Hezîran 22, 2021 08:34 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî bi serkomarê nû yê Îranê re pêwendiyeka telefonî encam da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî bi telefonê bi hev re peyivîn.

Di daxuyaniya serokatiyê de hatiye gotin ku Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li seyd Îbrahîm Reîsî kiriye û hêviya wê yekê jî xwastiye ku pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Îranê di dema serokomariya Reîsî de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş zêdetir pêş bikevin û warên hevkariya hevbeş di navbera Hewlêr û Tehranê de berfirehtir bibin.

Li gorî daxuyaniyê, seyd Îbrahîm Reîsî jî kêfxweşiya xwe bi pêwendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî nîşan daye û hêviya wê yekê xwastiye pêwendiyên her du aliyan bihêztir bibin.

Serepeyv