Hezîran 20, 2021 21:18 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê 10 gund li Zaxo vala bûne

Li Nahiya Batîfa ya ser bi Zaxo ve ji heyama du mehan ve ji ber êrişên hewayî û bejahî yên Tirkiyê bi behaneya PKKê, 10 gund vala bûne û xelkê wê nikarin biçin nav zevî û rezên xwe.

Rêveberê Nahiya Batîfa Ferhad Mehmûd got: “Xelkê devera wan ji çend salan ve li benda berhemên rezên xwe ne, lê îsal ziyaneke mezin gihîştiye xelkê deverê. 10 gund li devera me vala bûne û ji du mehan ve xelkê deverê nikarin biçin nava zevî û rezên xwe.”

Ferhad Mehmûd herwiha got: “Niha werzê avdana zevî û baxçeyan e û divê cotkar zêdetir xizmeta zeviyên xwe bikin, lê ji ber şerê Tirkiyê li hemberî PKKê, bombebaranê û hebûna xalên leşkerî yên Tirkiyê, nikarin biçin nava zeviyên xwe.”

Rêveberê Nahiya Batîfa destnîşan kir jî, li devera wan hin cihên geştiyariyê jî hene, lê niha ji ber êrişên Tirkiyê bi heceta PKKê, ew cihên geştiyariyê hatine girtin û welatî nikarin sûdê jê bibînin.

Serepeyv