Hezîran 12, 2021 10:59 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê çûye Îmaratê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihêşt Îmaratê û li gel merasîmeke fermîhat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Abu Zebiyê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin û di vê serdana xwe de dê li gel serkirdeyên bilind ên Îmaratê kom bibe û peywendiyên di navbera Hewlêr û Îmaratê û dawîn pêşhatên li Iraqê û navçeyê gotûbêj bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê sibeya Şemeyê dê bi Şazadeyê Cihnişînê Abu Zebiyê Şêx Mihemmed bin Zayid El Nehyan re bicive.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê li ser vexwendina Mihemmed bin Zayid pêk tê.

Serokê Herêma Kurdistanê roja 3ê Gulana îsal pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê Ehmed Îbrahîm Elzarî kiribû.

Di wê civînê de Ehmed Îbrahîm Elzarî, silavên serok, serokwezîr û cihnişînê Abu Zebiyê gihandin Nêçîrvan Barzanî vexwendinama Şêx Mihemmed bin Zayid El Niheyan bo serdana Îmaratê radestî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku tê de daxwaza Îmaratê ya ji bo pêşxistin peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de, hatibû dûpatkirin.

Serepeyv