May 26, 2021 19:48 Asia/Tehran
  • ZAXO - Di topbarana Tirkiyê de du birayên Şingalî birîndar bûn

Di encama topbarana Tirkiyê de du birayên xelkê Şingalê, li Derkara ser bi Zaxo ve birîndar bûn. Herdu bira li ber pez bûn.

Li gorî rapora Rûdawê, Şeva derbasbûyî demjimêr 02.30 li herêma dikeve nav sînorê bajarokê Derkarê ser bi Zaxo ve li Duhokê, şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de rû dan.

Elî Mehmûd ku li Bihêrê yê ser bi Zaxo ve ajeldariyê dike, derbarê şerê PKK û artêşa Tirkiyê yê şeva derbasbûyî û ziyanên şer de ji Rûdawê re ragihand, 2 bira di wî şerî de birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Mehmûd, herdu birayên bi navên Hesen Muhsîn ê 20 salî û Elî Muhsînê 16 salî “şivantî dikirin û xelkê Şingalê ne.”

Elî Mehmûd di dewama axaftina xwe de got, Hesen Muhsîn ji ber birîna xwe ya giran bo nexweşxaneya hawarçûnê ya Duhokê hatiye veguhastin û çareseriyê werdigire.

Her li gor zanyariyên Elî Mehmûd, wî li gel mamekî xwe nêzikî 1000 pez û bizin hene û çar birayên xelkê Şingalê karê xwedîkirina wî pezî dikin.

Mehmûd derbarê çawaniya bûyerê de dibêje, “Her çar bira di dema şer li nêzikî hev raketibûn, lê du ji wan ji ber saçmeyên topê birîndar bûn.

Şeva derbasbûyî gundên Şilînê, Şîdnê û Sûrya yên li nahiyeya Batîfa li Zaxo ji aliyê Tirkiyê ve bi hinceta hebûna hêzên PKKê bi tundî hatin bombebarakirin.

Hogir Dêmkî ku xelkê gundê Dêmka ye ji Rûdawê re ragihand, “3 helîkopterên artêşa Tirkiyê hêzên PKKê bombebaran kirin û bo dema 45 xulek şer berdewam kir.”

Li gor zanyariyan şerê di navbera hêzên PKK û leşkerên Tirkiyê de li gundê Şîdin nêzikî 5 demjimêran berdewam kir.

Arif Meirûf ku muxtarê gundê Girêbyê ye, ji Rûdawê re ragihand, “Piştî du êrişên PKKê li gundê Şîdin bo ser xalekê li gundê Girêbyê, artêşa Tirkiyê bi rêya sê firokeyan ji demjimêr 02.30 ta 07.30 êrişî hêzên PKKê kirin.”

Li aliyê din ev çend roj in xelkê gundê Ore yê herêma li Kanî Masê, asê mane û nikarin ji malên xwe derkevin.Yûsif Îbrahîm ê xelkê gundê Ore ji Rûdawê re ragihand ku 6 mal li gund dijîn û du roj e ji ber zêdebûna bombebaranên Tirkiyê nikarin ji malên xwe derkevin.

 

Serepeyv