Hevdîtinên serokomarê Iraqê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re li Hewlêrê
Hevdîtina serokomarê Iraqê bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), serokwezîr û serokê Herêma Kurdistanê re û gotûbêjkirina rewşa Herêmê û pirsgirêkên navbera hikûmeta Fedral û ya Herêmê .
Di Nivîsgeha Serokê PDKê Mesûd Barzanî daxûyaniyek derbarê hevdîtina wî û serokomarê Iraqê Berhem Salih belav kir û tê de ragihand ku di civînê de li ser guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên Iraqê sekinîne û di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên pêşerojê, gefên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê axivîne.
Herwiha di civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zelal kirin û hemahengiya di navbera wan de ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê weke bingeheke hat zanîn.
Malpera fermiy ya Serokatiya Herema Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di civînê Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih de de Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bûn. Herwiha di civînê de guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya bingeh xweşkirina li ber proseyê da ku xizmeta berjewendiya hevbeşa gel û hemû pêkhatên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî bike guftûgo kirine.
Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
Li gor Daxuyaniya ku derbarê vê civînê de belav bûye hatiye diyarkirin ku di civînê de guhertin û pêşhateyên dawî yên rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Herwiha di civînê de herdû alî tekezî li ser girîngî û pêdivî bûna çareserkirina pirsgirêkên hilwastî di navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê de li ser esasê destûra bingehîn kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de pejrandina proje qanûna bûdceya federalî ya sala 2021an wek pêngaveke erênî hate nirxandin û lazime bi awayekî dadmend xizmeta tevahiya pêkhate û navçeyên curbicur ên Îraqê bike.