Nîsan 22, 2021 23:44 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê gundekî Zaxoyê li Herêma Kurdistanê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê ya ku gelek dever li bakura Iraqê û Herêma Kurdistanê dagir kirine ji van deveran gundê Keşanê yê bajarokê Batîfa yê ser bi Zaxoyê topbaran kir.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên herêmî û kurdî, artêşa Tirkiyê ya ku gelek dever li bakura Iraqê û Herêma Kurdistanê dagir kirine ji van deveran di saetên piştî nîvro de gundê Keşanê yê bajarokê Batîfa yê ser bi navçeya Zaxoyê topbaran kir.

Derbarê ziyanên canî û madî yên vê topbarana artêşa tirkan hîn ti agahiyek bi dest neketiye.

Serepeyv