Nîsan 18, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtina balyozê Tirkiye yê li Baxdayê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re

Balyozê Tirkiyê yê li Baxdayê Fatih Yildiz îro 18ê Nîsana 2021an cida cida bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Balyozê Tirkiye li Iraqê di van hevdîtinan de ku bi mebesta xatirxwestin û dawî hatina erkên xwe ya li Iraqê pêk, bêyî ku ji êrişên berdewam ên esmanî û bejahî yên welatê xwe ser bakura Iraqê û Herêma Kurdistanê tiştekê bibiêje û ji ber kuştin û birîndarkirina xelkê sivîl ên van navçeyana û gihandina ziyanên zav li wan efûyê bixwaze êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistan û Balafirxana Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir.

Di hevdîtina Balyozê Tirkiyê û Mesûd Barzanî de ku Hakan Karaçay Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê jî tê de amade bû, Fatih Yildiz tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin û her du alî jî li ser vê yekê hevrê bûn ku bi navê mîsogerbûna aramî û vegerandina koçberan pêwîste rêkeftinnama di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bê bicîhkirin.

Balyuzê Tirkiyê û Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina xwe de derbarê pêşhatên dawiyê yên Iraq û navçê û pêşdebirina têkiliyên du alî gotûbêj kirin. Wan herwiha Tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di tevahiya waran de û bi taybetî bazirganî û xurtkirina hevahengiya di navbera her du aliyan kirin. Tê gotin ku di van hevdîtinan de mesela mayîna PKKê û şerê li dijî PKKê jî hat gotûbêjkiri.

Serokwêzîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Balyozê Tirkiyê li Bexdayê kir bi boneya bidawîhatina erkê wî li Iraqê ku kar ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de de jê re xwast.

Serepeyv