Nîsan 16, 2021 10:37 Asia/Tehran
  • Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê sinorê asmanî yê Herêma Kurdistanê derbas kirin û gundekî herêma Kanî Masî li navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî duh Pêncşemê 15ê Nîsana ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê herêma Kanî Masî bombebaran kir.

Rêvebirê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî jî ji Rûdawê re ragihand ku  êvara duh seat derdora 18:30ê firokeyên şer ên Tirkiyê Gundê Çelkî bombebaran kir.

Têkildarî zirarên bombebaranê Serbest Sebrî da xuyakirin, “ti ziyanên canî çê nebûne, lê ji ber bombebaranê tirs ketiye nav dilê xelkê.”

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna navend û baregehên PKKê, gelek caran deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin û ziyanên canî û malî digihînin xelkê deverê.

Serepeyv