Nîsan 11, 2021 09:01 Asia/Tehran
  • Xortekî kurd di salvegera jidayîkbûna xwe de 8 hezar pirtûk bê pere belav kir

Çalakiyeke gelek balkêş hat pêkanîn: Ciwanekî kurd roja rojbûna xwe de li ber deriyê zanîngehê 8 hezar heb pirtûk belavî xwendekaran kir. Ev çar sal in ew tiştinên wisa dike.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Teqez heta îro li nav kurdan çalakiyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Herî hindik heta niha tiştek wisa nehatiye bihîstin. Xwendekarekî kurd ê li Zanîngeha Çemçemalê ya Silêmanîyê yê bi navê Mebest Ebas di salvegera jidayîkbûna xwe de 8 hezar pirtûk belavî xwendekaran kirin. Ew dibêje ku dixwaze li gundê xwe jî pirtûkxaneyekê veke.

Li ser vê yekê ajansa Rojnewsê nûçeyeke saz kiriye. Mebest Ebas li ser meseleyê ji bo ajansê wisa gotiye: “Ev 4 sal in ez vî karî dikim. Sala yekem min 20 pirtûk pêşkêşî xwendevanên dibistanekê kirin. Sala duyem min 500 pirtûk ên çîrokên zarokan di nava bazarê de belav kirin. Sala sêyem ya 2020’an min bi heman awayî 500 pirtûk bi ser malan belav kirin. Îsal jî min 8 hezar pirtûk ji bo xwendevanên zanîngehê belav kirin. Armanca min ew e ku ez ciwanan hişyar bikim. Ez dixwazim hemû ciwan di roja dayîkbûna xwe de pirtûkan belav bikin û daran biçînin. Ez dixwazim di salên bê de pirtûkxaneyek li gund û hinek nexweşxaneyan de vekim.”

Xwendekaran eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya Ebas dan û bê pere pirtûk hilgirtin.

Ev sala çaran e Mebest Ebas di salvegera jidayîkbûna xwe de çalakiyên wisa dike, lê îsal ya herî mezin bû.

Serepeyv