Nîsan 10, 2021 20:06 Asia/Tehran
  • Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê: Sibê yekemîn roja meha Remezanê ye

Wezareta Ewqafê û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, komîteya dîtina heyvê dê sibê bicive û yekemên roja meha Remezanê destnîşan bike.

Berdevkê wezareta ewqaf û karûbarên ayînî, Nebez Îsmaîl ji BasNewsê re got, komîteya dîtina heyvê dê sibê bicive û bi hemahengî ligel dîwana weqfa sunnî li Iraqê yekemîn roja meha Remezanê destnîşan bike.

Nebez Îsmaîl her wiha got, tenê komîteya dîtina heyvê dikare yekemîn roja meha Remezanê destnîşan bike, ji ber wê jî mafê ti kes û dezgehekî nîne destwerdanê bike.

Berdevkê wezareta ewqafê herwiha da zanîn, wezareta ewqaf û komîteya dîtina heyvê û encumena bilind ya fetwayê rêkarên pêwîst bo destnîşankirina yekemîn roja rojiyê bicîh tînin.

Serepeyv