Li tevahiya Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji saet 20:00 heta saet 06:00ê sibehê hatûçûn qedexe ye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê; hatûçûna wesayît û peyayan li temamê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û herwiha li îdareyên serbixwe yên Raperîn, Germiyanê ji saet 20:00ê êvarê heta 06:00ê sibehê qedexe ye.
Hat eşkerekirin ku hatûçûna wesayîtên ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî û dîplomatkar û wesayîtên hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê û kompaniyên petrol û wesayîtên ambulans û rojnamevanan û kesên ku li ser erkê xwe yê fermî ne, li derveyî vê qedexeyê ne. Li gor biryarê, dermanxane vekirî dimînin.
Danûstendinên bazirganî dê di navbera parêzgehan û rêveberiyên serbixwe yên herêmê de bi parêzgehên Iraqê re berdewam bin.
Ev daxuyanî dê di 08-04-2021 saet di 08:00ê êvarî heta 12-04-2021 saet 08:00 şevê tê cibicîkirin.