Mesûd Barzanî û Papayê Vatîkanê civiyan
Adar 07, 2021 11:41 Asia/Tehran
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî pêşwazî li Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs kir û bi hev re civînek pêk anîn.
Serokê PDK Mesûd Barzanî li balafirgeha Hewlêrê pêşwazî li Papayê Vatîkanê Papa Fransîs kir. Piştre Barzanî li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê li gel Papayê Vatîkanê civiya û di civînê de Papa Francis ji ber parastina Mesîhî û pêkhate û hewandina wan a li herêma Kurdistanê spasiya gelê Herêmê û Barzanî kir.
Serokê PDKê piştî vê civîna ya li gel Papa Francis li ser tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand: ‘’Em bextewerbûn bi pêşwazî kirina Papa Francis li Hewlêrê. Serdana Papa Francis bo herêma Kurdistanê piştrast kirina nirxên me yên hevbeşe ku pêktê ji aştî û pêkvejiyan û hev qebûl kirin e.’’