Sibat 22, 2021 11:49 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê hokara aramiyê li Iraqê ye

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku Herêm hertim hokara tenahî û aramiyê li Iraqê bûye û jibo çareserkirina kêşeyên digel dewleta navendî di çarçova qanûna bingehîn da amade ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê duh Yekşemiyê 21ê Sibata 2021ê di merasima rêzgirtina Roja Şehîdan û salvegera şehîdbûna Ayetullah Seyid Muhemed Baqir Hekîm li Hewlêrê ku bi amadebûna Emar Hekîm, Rêberê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê hat lidarxistin, got ku Iraq tûşî gelek pirsgirêkan bûpye û pergala siyasî û desthilatdariya wê jî hewcedara venihêrîna bingehîn û rêzgirtina li xwestek û mafên bereyên cûrbecûr ên vî welatî û berçavgiritna xalên Hevsengî, Şirîkatî û Lihevhatinê heye.

 

 

Serepeyv