Sibat 17, 2021 23:48 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî: Balafirgeha Hewlêrê yek ji wan deverên di bin deshilata Pêşmergeyan de ye

Berdevkê Rêxistina Seferberiya Gel a li bakurê Iraqê di bersiva îdiayên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de got ku mûşekên ku Balafirgeha Hewlêrê kirin armanc ji herêmên di bin destê Pêşmerge de hatin avêtin.

Li gorî malpera nûçeyan ya Bexda El-Yewm, "Elî Huseynî" berdevkê rêxistina seferberiya gelêrî (Heşda El-Şebî) li bakurê Iraqê got: "Tawanbarkirinên Partiya Demokrata Kurdistanê li dijî Heşda Şebî derew in; "Bi taybetî ji ber ku haya her kesî ji neyartiya Barzanî û partiya wî ya li dijî Heşda Şebî heye."

Wî herwiha got ku her kes dizane Heşda Şebî komek bû ku pilanên Barzanî yên dabeşkirina Iraqê pûç kirin.

Ali Huseynî diyar kir ku Heşda Şebî an jî her komek din a fermî, li deverên di bin kontrola Pêşmergeyan de nînin. Ji ber vê sedemê, tawanbarkirinên partiya Barzanî derew in û hewldanek ji bo veşartina têkçûna ewlehiyê ye.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana Iraqê duh bi beyannameyekê ragihand: Saet 9:30 ê êvara Duşemê bi dema herêmî, çend mûşek avêtin ser bajarê Hewlêr û derdora wê û li çend xalan ketin ku ji ber wê peymankarek û 9 kesên din birîndar bûn.

Serepeyv