Balafirên Artêşa Tirkiyê gundekî Zaxo bombebaran kir
Kanûn 29, 2020 12:28 Asia/Tehran
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê gundê Bankê yê jêr ê navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ve ya Herêma Kurdistanê, bombebaran kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê şeva din gundê Bankê yê jêr ê navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê ve, bombebaran kir.
Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê ziyan gihaye mal û xaniyên welatiyên gund.
Ev ne cara yekê ye ku gund ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tê bombebarankirin.