Kanûn 26, 2020 23:16 Asia/Tehran
  • Vekirina dubare ya sînorê Başmaqê ji bo hatûçûna rêwiyan navbera herêma Kurdistanê û Îranê

Dîrektorê Giştî yê Gumrika Başmaqa Merîwanê li Parêzgeha Kurdistana Îranê got: Hatûçûna rêwiyan bo herêma Kurdistana Iraqê ji sînorê Başmaqê bi beçavgirtina protokolên tendirustiyê ji nû ve dest pê kir.

Ferîd Heqpenah, Rêvebirê Giştî yê Gumrika Başmaqa Meriwanê di hevpeyvînekê de digel IRNAyê got: "Bi hevahengiya Konsolosxana Komara Îslamî ya Îranê û rêkeftina Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana Iraqê, ji îro (şemî) tixûbê Başmaqê ji hatûçûna rêwiyan re vekirî ye."

Midûrê Giştî yê Gumrika Başmaq Meriwanê diyar kir: Rêwî bi encamên testa vîrusa Corona û nîşandana belgeya testa xwe dikarin ji derbasgeha sînor derbas bibin.
Sînorê fermî yê Başmaqa Merîwanê li Kurdistana Îranê yek ji girîngtirîn tixûbên fermî yên bejayî yê Îranê digel herêma Kurdistanê ye, ku di warê transît, hinarde, karûbarên rêwiyan û hejmarek berbiçav di sektora îthalatê de çalak e.
Di çend rojên borî de, ji bo ku vîrusa Corona Brîtanî ya nû were kontrol kirin, ketin û derketina rêwiyan ji termînala sînor a Başmaqê hate qedexekirin.

Serepeyv