Mijdar 10, 2020 23:53 Asia/Tehran
  • Balefirên Tirkiyê carek din gundên Zaxoyê bombebaran kirin

Balefirên şer ên dewleta Tirkiyê ya dagirker gundên derdora Zaxoyê bombebaran kirin. Di encama êrişê de ziyanek mezin bi rez, bax û xaniyên welatiyan gihand.

Di saetên sibehê de artêşa Tirkiyê derdora bajaroka Derkarê ya Zaxoyê ya ser bi Dihokê topbaran kiribû.

Li gorî zanyariyên ji herêmê bidest ketine, di saetên êvarê de jî carek din balefirên şer ên Tirkiyê û topxanên artêşa Tirkiyê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de ne, derdora bajaroka Derkarê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyan ji ber bombebaranê ziyanek mezin bi rez, bax û xaniyên welatiyan gihaye.

Serepeyv