Cotmeh 30, 2020 11:09 Asia/Tehran
  • Silêmanî; Tabloyek ji 4 hezar û 800 perçeyên qumaşê

Şêwekar Tara Abdullah bi piştgiriya Rêxistina CDO projeyek hunerî ya cuda bi navê ‘mêyîne’ hilberand ku êşên wan jinên ku li beramberî wan şîdet hatiye kirin vedibêje.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Proje ji tabloya herî dirêj pêk tê ku bi cilên wan jinên ku şîdet li hemberî wan hatiye kirin, hatiye çêkirin.

Şêwekar Tara Abdulalh ligel tîmek taybet a Rêxistina CDO û çend jinên xwebexş zêdetirî 3 mehan e li ser vê projeyê dixebitin. Serdana bi hezar malên li Herêma Kurdistanê kirine. Her jineke ku şîdet li hemberî wê hatiye kirin, parçeyek cilên xwe pêşkêşî projeyê kirine.

Tara ji bo çêkirina vê tabloya rengareng, sûd li 4 hezar û 800 parçeyên qumaş û cilûbergan wergirtiye ku dirêjiya her parçeyekê metreyek e. Bi vî rengî li Herêma Kurdistanê bûye tabloya herî dirêj a êrîşên jinan vedibêje. Tablo ji Parka Nalî heta Dadgeha Silêmaniyê hate hilawistin.

Xwediyê projeyê Tara Abdullah diyar kir ku ev proje ji bo nîşandana êşên jinane ku were nîşandan ka jin çiqas êşê dikişînin.

 

 

Serepeyv