Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya xosrewê awaza Îranê sersaxî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i320240-nêçîrvan_barzanî_ji_ber_koça_dawî_ya_xosrewê_awaza_Îranê_sersaxî_da
Serokê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mamoste Muhemedreza Şeceriyan peyama sersaxiyê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2020 19:26 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya xosrewê awaza Îranê sersaxî da

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mamoste Muhemedreza Şeceriyan peyama sersaxiyê da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi weşandina peyamekê di twittera xwe da, ji ber koça dawî ya Mamoste Muhemedreza Şeceriyan, xosrewê awaza Îranê sersaxî da.

Di vê peyamê da hatiye: "Tenê deng dimîne, bi kesereke zehf ji ber koça dawî ya Xosrewê awaza Îranzemînê û lehengê bêhempa yê mûzîkê, sersaxiyê didim malbata rêîzdar a Şeceriyan, civaka hunerî û hogir û hezkiriyên wî."

Mamoste Şeceriyan hunermendê herî binavûdeng ê awaz û mûzîka sinetî yê Îranê ku wek "Xosrewê awaza Îranê" tê naskirin, berêvara îro Pêncşemiyê piştî derbaskirina dewreyeke dirêj a nexweşiyê li nexweşxaneya Cem a Têhranê koça dawî kir.