Tebax 11, 2020 09:11 Asia/Tehran
  • Pizişkên Germiyanê dest bi grevê kirin

Ji ber direngxistina muçe û nedana wê ya ji aliyê hikûmetê ve, dixtor û pizişkên Nexweşxana Hejar a navçeya Kelarê dest bi grevê kirin û neçûn ser karê xwe.

Îro pizîşkên Beşa Lezgîn a Nexweşxana Hejar ya li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê ji ber direngxistin û nedana muçe dest bi grevê kirin.

Têkildarê mijarê Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Hejar Rizgar Letîf, agahî dan Rojnews’ê û got, ji ber ku 40 rojin hikûmetê muçeyê karmend û bijîşkan nedaye, bijîşk diyardikin ew ji ber nedana muçe nikarin dewamê bikin.

Rizgar Letîf diyarkir niha tenê hinek bijîşk ji bo rewşên gelek awarte dikarin nexweşan kontrol bikin.
 

Serepeyv