Mesrûr Barzanî: Enqest pêşî li pêkhatina kabîna nû hatîye girtin
Kanûn 31, 2025 18:10 Asia/Tehran
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê u Cîgirê Duyem ê Serokê Partîya Demokirat a Kurdistana Iraqê got: Enqest pêşî li pêkhatina kabîna nû hatîye girtin.
Mesrûr Barzanî di peyameke bi boneya sala nû ya zayînî da got: Enqest pêşî li pêkhatina kabîna nû hatîye girtin u pêgirî kir ku pêwîst e idî berjewendîyên bilind ên Kurdistanê nekin gorîyê berjewendîyên ti alîyekî, lê di peyama wî da amaje bi vê yekê nehatîye kirin ku kê pêşîya pêşkhatina kabîna nû girtîye. Hin çavdêr dibêjn ku ev peyama aşkira dike ku di dem u kêlîyên dawîn ên sala 2025ê u heta piştî dengdana YNK bo berbijarê PDK bo Cîgirîya Duyem a Serokê Parlimana Iraqê jî helwesta PDK himber YNK neguherîye.