Mijdar 11, 2025 22:17 Asia/Tehran

Hejmarek ji rayedar û rêberên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê piştî dengdanê, hêvî kirin ku hilbijartina îro bibe destpêka qonaxek nû li Iraqê.

Şeşemîn gera hilbijartina parlemana Iraqê vê sibê li seranserê vî welatî dest pê kir. Rayedar û rêberên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî,Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bafil Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Herêma Kurdistanê, Mihemed Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyal- Demokrat a Kurdistanê û berpirsên din beşdarî pêvajoya dengdanê bûn. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî  ku dengê xwe da ragihand ku piştî hilbijartinê, dê gera din a gotûbêjên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û aliyên din re ji bo avakirina hikûmetê dest pê bike. Wî hêvî kir ku ev hilbijartin bibin sedema avakirina Iraqek bihêztir. Qubad Talebnî di dema dengdanê da li Silêmanî, tekez kir ku ev hilbijartin ji bo diyarkirina çarenivîsa bûdceyê, maf û para Herêma Kurdistanê li Bexdayê çarenivîsaz in û got ku ti wezarexaneyek para PDK nîne ku bide Yekîtiya Niştimanî. Mihemed Hacî Mehmûd Serokê  Partiya Sosyal-Demokrat a Kurdistanê piştî beşdarbûna di proseya dengdanê da got: Hilbijartina parlemana Iraqê jibo xelkê Kurdistanê bona ragirtina hevsengiya hêz u desthilatê girîng e.Berpirs û rêberên siyasî yên Iraqî, ji wan  Serokwezîrê niha Mihemed Şiya Sûdanî, Ebdulletîf Cemal Reşîd, Serokkomar , Seyîd Emmar Hekîm, serokê tevgera Hikmeya Neteweyî. Şêx Qeys Xezelî, serokê koma siyasî-cîhadî ya Esayîb Ehl Heq û berpirsên din ên siyasî yên Iraqî di sietên destpêkê yên dengdanê de dengê xwe dan. Şeşemîn gera hilbijartina parlemana Iraqê vê sibê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û berbijar jibo 329 kursiyên parlemanê hevrikiriyê dikin. Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê li Iraqê got ku hejmara giştî ya kesên ku dikarin dengê xwe bidin di vê qonaxê de ji 20 mîlyonî zêdetir e. Yekem gera taybet a denggirtina taybet a şeşemîn gera  hilbijartinên parlemana Iraqê roja Yekşema borî, bi beşdariya hêzên ewlehî, leşkerî û  awareyên li kmapan hat lidarxistin û rêjeya beşdarbûnê zêdetirî sedî 82 hate ragihandin, ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê li Iraqê ev rêje  pir zêde û bêhempa da zanîn.

Serepeyv