Mijdar 11, 2025 14:17 Asia/Tehran

Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê, dilnigeraniya xwe ji ber ezmûna hilbijartinên berê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku ev ger divê paqij û bêyî destwerdan be û her cure destwerdana di encaman de wekî destwerdana di îradeya gel da zanî.

Elî Bapîr derbarê pêvajoya hilbijartinê de got: Em hêvî dikin ku vê carê hilbijartin paqij û bê darêştina plan û destwerdan be. Her kesê ku di encaman de destwerdanê bike tê wê wateyê ku destwerdan di îradeya gel de hatiyekirin tişta ku gel dilsar dike, çawa ku me di hilbijartinên berê de dît.

Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê, bal kişand ser hilbijartinên berê jî û got: Mixabin, komîsyon berê bi pirsên cuda re rû bi rû bûye û em gelek caran li ser vê yekê axivîne, bi taybet derbarê hilbijartinên parlemana Kurdistanê û dewreyên berê wê de bû. Wî her wiha got: Di asta Iraqê û Herêma Kurdistanê da, ji bilî yekîtî û hevgirtinê tiştek tuneye û divê ev, bingeha kar û xebata me be. Encam çi dibe bila bibe, giring ev e  ku pêvajoya hilbijartinê bi paqijî û saxlemî be.

 

Serepeyv