Barzanî bi tundî hişyarî da Yekitiyê
Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ragehand jibo pêkanîna kabîneya nû Hikûmeta Herêma Kurdistanê nermiyeke zêde li hember Yekitiyê nîşan daye. Lê wan dem derbas kir ji ber vê yekê ew nermiya ku berî hilbijartinan li hember YNK hebû, piştî hilbijartinan jî namîne.
Mesûd Bazranî îro Îniyê li nav gotarekê bo alîgirên Partiyê li Hewlêr ragehand piştî hilbijartinan, di navbera şandên PDK û YENK de ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend civîn hatin lidarxistin.Wan li ser du mijarên sereke xebitîn, yek ji wan şêweyê rêveberiya hikûmetê bû, ya din jî belavkirina postan bû.Wî her wiha got:Li ser xala yekem li hev kirin. Li ser xala duyem, min ji şandeya PKK û Mekteba Siyasî re şîret da ku mirovahiya herî zêde li hember YNK nîşan bidin.Mixabin, agahiyên ku me berê wergirtine ku dibêjin YNK dixwaze heta dawiya hilbijartinên Iraqê demê xisar bike.vêca hingê dê fikrê bikin ku tevlî hikûmetê dibin yan na. Mesûd Barzanî li nav gotara xwe de hişyarî da Yekitiyê û got, Rewşa ku berî hilbijartinan ji bo avakirina hikûmetê hebû, dibe ku piştî hilbijartinan jî ne wekî xwe bimîne.