Rawestandina neştergerîyê ji ber kêmbûna amûran li Silêmaniyê
Îlon 13, 2025 14:05 Asia/Tehran
Ser-rêveberê beşa tenduristiyê ya Silêmaniyê got ku qeyrana dermanan pergala tenduristiyê ya parêzgehê asteng kiriye û di vê rewşê de, neştergerî û emeliyat li nexweşxaneyên giştî têne rawestandin.
Dr. Sebah Hewramî, Ser-rêveberê beşa tenduristiyê ya Silêmaniyê, got ku mixabin em neçar in ji hefteya bê ve ji ber kêmbûna dermîn û pêdiviyên pizîşkî hemî emeliyatên giştî li nexweşxaneyên hikûmî rawestînin.Wî got ku pirsgirêka sereke li Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji ber nebûna budceyê, şîrketên dermanan naxwazin ku dermîn û alavên pizîşkî bifroşin nexweşxaneyên hikûmî li Silêmaniyê.