Îlon 07, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Wezareta Darayîyê: Destmiza çend mehan a beşeke karmendan dê were dayîn

Wezareta Darayî û Aborî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku sibê dê destmiza çend mehan a beşeke karmendên dayimî û peymanî were dayîn û bûca wê jî yê ji derhata navxweyî were dabînkirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku sibê ango duşemê dê destmiza mehên Tişrîna Yekem û Tişrîna Duyem ên sala 2024ê ya karmendên ku ji piştî 1ê meha heftem a sala buhurî va wek peymanî û dayimî li rêxistin û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, were dayîn. Wezareta Darayîyê herwiha ragihand ku destmiza karmendên amajepêkirî yê ji derhata navxweyî ya Herêma Kurdistanê were dayîn. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dayîna destmizê pişta xwe dide wî diravî ku Bexda dişîne, lê ji bo dayîna destmiza karmendên peymanî pişta xwe dide derhata navxweyî. 

Serepeyv