Rêketina Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ser destpêkirina karê parlemanê
Di civîna hevpar a şandên muzakireker ên du partiyên sereke li Hewlêr, her du aliyan derbarê destpêbûna xebata şeşemîn gerra parlemana Kurdistanê ji Îlona dahatî li hev kirin.
Di daxuyaniya hevpar a şandên muzakireker ên YNK û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê piştî civîna duh de hatiye ku li gor bingeha û prensîbên ku ji hêla her du aliyan ve li hev kirine, hin pêngav ji bo hevkariya hevpar di qonaxa pêşerojê ya rêveberiya herêmê hatine rakirin gelek pêşketin tên dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, her du alî, bi berçavgirtina îrade û daxwazên gelê Herêma Kurdistana Iraqê, li hev kirin ku hewldaneke cidî bikin ku li Îlona bê de şeşemîn gerar parlemana Kurdistanî dest bi çalakiyên xwe yên yasayî û normal bike. Her du aliyan her wiha tekezî ser pêwîstiya dewama qonaxên din ên avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.