Hezîran 07, 2025 17:54 Asia/Tehran
  • Hevserokê DEM psartiyê ji Nêçîrvan Barzanî re: Bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê, me hewcetî bi piştgiriya we heye

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Tirkiyê(DEM Partî) xitabî serokê Herêma Kurdistana Iraqê got: Niha û di pêşerojê de me hewcetî bi rol û piştgiriya we ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê heye.

Nêçîrvan Barzanî û Tûncer Bakirhan bi boneya Cejna Qurbanê  bi rêya telefonê bi hev re axivîn û di vê peywendiyê de Bakirhan ji hewldanên Nêçîrvan Barzanî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê sipasî kir û got ku mîna berê, niha û pêşerojê jî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, rol û piştgiriya we hewce ye.

Nêçîrvan Barzanî di vê peywendiya bi rêya telefonê de ser girîngiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê pêgîrî kir û ragehand: Divê tim piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Divê pêvajoya aştiyê li Tirkiyê neyê rawestandin û divê hemû jibo pêşdebirina wê hewil bidin.

Serepeyv