Ilham Ehmed û Mezlûm Kobanî bi Nêçîrvan Barzanî ra civîyan
Nîsan 24, 2025 20:06 Asia/Tehran
Serfermandarê HSDê û Berpirsa Peywendîyên Derve ya PYDê di hevdîtina tev Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê da pêgirî ser girîngatîya pişikdarîya kurdan û hemî pêkhateyên sûrî di hikimdarî û birêvebirina Sûrîyê da û dabînkirina mafên hemî sûrîyan kirin û derheq hevkarîya hemî pêkhateyên Sûrîyê ji bo parastina aştî û istiqrarê hevdengbûna xwe dîyar kirin.
Di vê hevdîtinê da dawîn alûgurên Sûrîyê û peywenfîyên di navbera HSDê û komên sîyasî yên kurd ên din li vî welatî û hikûmeta demkî ya Sûrîyê û gefên terorîsmê û têkoşîna himber gefa DAIŞê hatin hilkolandin.
Di vê hevdîtinê da her wiha basa Kempa Holê û rola welatên cîhanê ji bo wergiritna welatîyên xwe ji rêvebirên vê kempê û dîyarkirina çarenûsa vê kempê hat kirin.