Pişkek ji leşkerên Tirkiyê ji Herêma Kurdistana Iraqê derketin
Di halekî da ku xwenîşandanên berfireh li Tirkiyê bona girtina Ekrem Îmamoglû destpê bûne, artêşa Tirkiyê ji çend pêgehên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Iraqê vekişiyaye.
Artêşa Tirkiyê ji şeva buhurî ve pêvajoya paşdavekişiyana ji hinek binkeyên xwe li Herêma Kurdistanê destpê kiriye. Medyayên Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihandin leşkerên Tirkiyê ji çend binkeyên li parêzgeha Dihokê ji wan naveçyên Geliyê Reşafe, Metîna, Kore Jaro û naveçya Zapê derketine û artêşa Tirkiyê piştî derketina ji wan navçeyan hinek tirombîl û alavên xwe yên leşkerî li gundên derdora Amêdiyê cî da hîştin.
Ev paşdavekişîn hevgavê destpêbûna xwenîşandanên berfireh ji bo girtina Ekrem Îmampoglû, şaredarê berê yê Stenbolê pêk hatiye. Tirkiye nika 71 binkeyên wê yên leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê da hene û tenê di sala 2024`an de 9 kesên sivîl di encama êrişên hewayî û topxaneyî yên Tirkiyê hatine kuştin.