Qasim Şeşo: Hejmara Pêşmergeyên cidabûyî digihîje 200 kesî
Adar 02, 2025 18:19 Asia/Tehran
Fermandê Êzidî yê hêzên Pêşmerge li Şingalê pêgîrî kir ku hejmara pêşmergeyên cidabûyî pirr kêmtir ji 1200 kesî bûye û heta hejmara wan nagihîje 200 kesî jî.
Qasim Şeşo got ti yek ji wan kesane pileya Eqîd yan Serheng bi dest nexistine û lîvaya Şingalê hîna jî zêde ji heşt hezar Pêşmergeyên wê çalak hene ku parastina axa Herêma Kurdistana Iraqê didomînin. Wî herwiha pêşbînî kir ku hinek Pêşmerge dê vegerin Herêma Kurdistana Iraqê. Eva di halekî da ye ku Eqîd Luqman Gulî, fermandê vê hêza cidabûyî, ragihandiye, 1200 Pêşmerge ji lîwaya Şingalê ku ser bi yekîneya 80 ya Pêşmergeyê ne, di civîneka çapemeniyê ya li Bexdayê ragihandin ku tevlî artêşa Iraqê bûne.