Hevdîtina Text-rewançî bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtina Mecîd Text-rewançî bi Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê re peywendiyên dualî, mijarên navçeyî û rêyên berfirehkirina peywendiyên dualî û alûgorên navçê hatin hilkolandin.
Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî mazûvanê Mecîd Text-rewançî bû û anegorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, di vê hevdîtinê de alûgor û bûyerên herî dawîn ên Iraq û navçê û berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara îslamiya Îranê de hatin hilkolandin. Her du aliyan pêgirî ser xurtkirina peywendiyên dualî, bi taybet di warên aborî û danûstandina bazirganiyê anegorî berjewendiyên hevpar de kirin.