Ragehandina bangewaziya kombûna nerazîbûnê ya mamostayan li hewlêrê
Mamostayên nerazî li Hewlêrê ji bo protestokirina rewşa derbara jiyanê û rawestandina xebatakarkirina hevkarên xwe li Silêmaniyê li ber avahiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kom bibin.
Yekîtiya Mamostayên pêşeng li Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji vê kombûnê ragihandiye û tekez kiriye ku ger hikûmeta Herêma Kurdistanê guh nede daxwazên wan,dê nerazîbûnên xwe bi awayekî berfireh berdewam bikin.
Yekitiya Mamostayên pêşeng yên Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku roja duşemiyê jî emê beşdarî vê mîtînga nerazîbûnê bibin û emê ji bo bidestxistina mafên xwe rawestin.
Newazd Omer Endamê Sendîkayê vê yekitiyê di civîneke rojnamevaniyê de got: Em wek mamosta dê beşdarî vê mîtîngê bibin. Her wiha em bang li hemû mamostayên Hewlêrê jî dikin ku beşdarî vê kombûnê bibin û daxwaza mafên xwe bikin. Wî her wiha hiyarî da: Ger hikûmeta Herêma Kurdistanê guh nede daxwazên me, emê jî weke mamostayên Silêmaniyê li ber saziyên navdewletî konan vegirin û nerazîbûna xwe berdewam bikin.