Kanûn 17, 2024 19:20 Asia/Tehran
  • Civîna Partî û YNK`ê

Şandiyên Partî û Yekîtiyê li Pîrmamê civiyan û li ser amadekirina bernameyeke hevpar ji bo pêkanîna kabîneya 10`an lihev kirin.

Li gorî agahiyên hevpar ên ji vê civînê, şandên Partî û Yekîtiyê di vê civînê da hevdeng bûn ku di dema herî zû da li ser amadekirina bernameyeka hevpar a ji bo pêkanîna kabîneya dehan da kar bikin û ji bo vê mebestê jî biryar hat dayîn ku lijneyeka hevpar bo amadekirina reşnivîsa bernameyê bo civîna dahatî pêk bînin.

Civîna Pîrmamê, duyemîn civîna Partî û Yekîtiyê li ser pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê piştî hilbijartina Parlimana  Kurdistana Iraqê ya îsal e û civîna derbasbûyî jî di 30`ê meha buhurî li Debaşanê hatibû birêxistin.

Serepeyv