Bombebarana dubare ya gundên Dihokê ji aliyê Tirkiyê ve, êrişên hewayî ser çiyayên Gareh û Korecarê
Êrişên esmanî yên Tirkiyê ser navçeyên curbicur yên Herêma Kurdistana Iraqê berdewam in, Balefirên cengê û helîkopterên Tirkiyê 3 gundên Dihok û çiyayê Garê dan ber êrişan.
Artêşa Tirkiyê duh gundên Bêkrî li navçeya Qesroka Dihokê û gundên Xort û Basfirê ên Çiyayê Garê sê caran li dû hev bombebaran kirin. Çavkaniyên xwecihî ji vê ajansa nûçeyan re ragihandine ku ev êriş bi balefirên cengê û helîkopteran hatine kirin. Heta niha derbarê hejmara kuştî û ziyanên van bombebaranan de ti agahî nehatine belavkirin.
Artêşa Tirkiyê 5 caran êrişa hewayî kirin ser çiyayê Korecarê yê parêzgeha Dihokê. Li gorî gotina şehethalên xwecihî ev bombebaran jî bi balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirkiyê hatine kirin.Êrişên hewayî yên Tirkiyê ser Kurdistana Iraqê di mehên dawî de pir zêde bûne.