Mijdar 19, 2024 15:16 Asia/Tehran
  • Redkirina hemû giliyên têkildarî hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand: Lijneya Dadwerî ya Hilbijartinan a vî welatî hemû giliyên têkildarî hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistanê red kiriye.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, Cumaneh Xolay, ragihand ku 38 giliyên têkildarî hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistanê beriya niha hatin redkirin û îro jî 3 giliyên din hatin redkirin. Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bersiva 41 gilînameyên derbarê encamên hilbijartinên dewra şeşan a Parlimana Herêma Kurdistanê ji bo Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a di du qonaxan de di 8 û 11`ê Mijdarê de şandibû.

Piştî eşkerebûna fermî ya encamên gera şeşem a Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê, partiyên siyasî û berendaman, 41 gilî derbarê encaman de pêşkêş kirin ku ji Silêmaniyê 25, ji Hewlêrê 12, ji Dihokê 3 û ji Helebceyê 1 gilî hebûn.

Serepeyv