Şandina lîsteya yekem a karmendên Herêma Kurdistanê ji bo neteweyîkirina mûçeyan ji bo Banka TBI ya Iraqê
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê bi mebesta neteweyîkirina mûçeyên karmendan, yekem lîsteya karmendan ku navên 368 karmendan tê de heye, ji Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) re şand.
Di halekî de ku duh Banka Bazirganî ya Iraqê ragihandibû ku ew dê bi biryara dadgeha federalî ya derheq danîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tevbigerin, Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê jî bi mebesta neteweyîkirina mûçeyên karmendan yekem lîsteya karmendan ku navên 368 karmendan tê de hene, ji Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) re şand.Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, Awat Şêx Cenab di nameyekê de bo Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) lîsta navên 368 karmendan ji bankê re şand da ku dest bi cîbicîkirina hikmê neteweyîkirina miaşa wan bike.