Endamê Partiya Demakrat a Kurdistana Iraqê: Partiyên kurdistanî bo beşdariya di hilbijartinên konseya parêzgehan amade ne
Endamê Partiya Demakrat a Kurdistana Iraqê derbarê amadetiya partiyên kurdsitanî bo beşdariya di hilbijartinên konseya parêzêghan li Iraqê û li Herêma Kudistanê agahî da.
Wefa Muhemed Kerîm di hevpeyvînekê de bal kişand ser vê yekê ku şandeke YNK-yê bi serokatiya Bafil Talibanî û hinek endamên mekteb siyasî ya vê patiyê li Hewlêrê bi nunerên pilebilind ên PDK-yê re derbarê çendîn meseleyan gotûbêj kirine.
Wî got ku mijarên herî giring ku di vê hevdîtinê de hatin hilêxistin, hilbijartionên konseya parêzgehan bi taybet li parêzgeha Kerkûkê û amadetiya bo yekgirtîkirina rêza kurdan û beşdariya bi lîsteyeke hilbiajrtinê û kivşkirina çarenivîsa posta parêzgariya Kerkûkê bû.
Vî endamê PDK-yê teqez kir: Partiyên kurdistanî di hilbiajrtinên parêzêgehan a Iraqê ser Kerkûkê pêgiriyê dikin ji ber ku ew ser vê bawerê ne ku parêzêgarê Kerkûkê neqanûnî dixebite û şiyana xwe dijî qewm û etnîkên Kerkûkê bi kar aniye û beşeke erdên cotkariyê yên kurdên vê navçeyê dagir kiriye, lewma rêberên PDK ser guhertina vê parêzgarî teqez dikin û lewma hin civîn di navbera PDK û YNK bona nêzîkkirina nêrînên xwe derbarê hinek meselan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan tên lidarxistin.