Nîsan 20, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • ‘Mesrûr Barzanî’: Nabe miaş û nanê xelkê têkilî rikeberî û kêşeyên sîyasî bê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ‘Mesrûr Barzanî’ di peyamekê da pêgirî kir ku nabe miaş û nanê xelkê têkilî rikeberî û kêşeyên sîyasî bê kirin.

Serokwezrî Herêma Kurdistana Iraqê ‘Mesrûr Barzanî’ di peyamekê da got: Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xizmeta gelê xwe dikin û tevî hemî berbend û zextan, bi awayekî berdewam hewil didin ku jîyan û debara welatîyan baştir bikin.

Wî herwiha got: Di dema dijwar a Koronayê û zextên herêmî û cîhanî yên aborî da, me karî bi awayekî berdewam miaşan bidin û rewşa aborî misoger bikin. Ji vir pê va jî em dê bi alîkarîya Xwedê û piştgirîya welatîyan xizmetguzarîyan bidomînin û geşbîn im ku rewşa Herêma Kurdistana Iraqê di hemî waran da baştir bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di dawîya peyama xwe da pêgirî kir: Nabe ti kes û alîyekî li ti navçeyeke Herêma Kurdistana Iraqê rê li ber dayîna miaşan bigire. Nabe miaş û nanê xelkê têkilî rikeberî û kêşeyên sîyasî bê kirin. Kesên vê proseyê asteng dikin, hibmerî xelkê û destûrê da berpirsyar in.

 

Serepeyv