Nîsan 10, 2023 15:49 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê; Xwenîşanderan êrîşa Tirkiyê ser balefirgeha Silêmaniyê şermezar kirin

Bi sedan xwenîşanderên Herêma Kurdistana Iraqê êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê şermezar kirin û Tirkiye û wek berpirsa vê êrîşê zanîn.

Roja Înîyê Kanala Rûdawê qala qewimîna teqînekê li nêzikî balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê kir: hin çavkaniyên nûçeyan li Herêma Kurdistana Iraqê ji zarê çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ev teqîn ji ber êrîşa bi xwefirran pêk hatiye.

Ev êrîş piştî wê qewimî ku Tirkiyê asimanê xwe li ser balefirên ku ji balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê radibin, girt; Enqereyê hegera vê biryarê zêdebûna hebûna endamên PKK'yê ku wan wek terorîst dizane, ragihand.

Li gorî rapora Kanala El-Meyadînê, 400 xwenîşander ji bo şermezaririna êrîşên berdewam ên Tirkiyê û êrîşa vê dawiyê li nêzikî balefirgeha Silêmaniyê kom bûn û bi rakirina plakard û alayên Herêma Kurdistanê, êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê wek kiryara terorîstî zanîn.

Beşdarên xwenîşandanê hin plakartên bi hevoka "Êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê kiryareke terorîstî ye" rakirin û dirûşmeyên weke "Erdoxan Dîktator" bilind kirin.

Xwenîşanderekî ragihand, Destdirêjiyên Tirkiyê hertim dubare dibin û ev welata carinan gundan û carinan cihwarên sivîlan weke zevî û binkeyên av û elektrîkê dike armanc.

 

Serepeyv