Îlon 26, 2021 11:42 Asia/Tehran
  • Tekeziya Hewlêrê li ser sozdariya derheqê siyaseta fermî ya Wezareta derve ya Iraqê di mijara Filistînê da

Wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê tevî tekeziya li ser darizandina kesên ku civîna Hewlêrê ji armancên xwe yên ragihandî dûr kiriye û behsa aştiya digel Rejîma Siyonîst kiriye, ragihand: Herêma Kurdistanê sozdara siyaseta fermî ya Wezareta derve ya Iraqa federal e.

Li gorî rapora Mevazîn Newsê, Wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê êvara Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Rêxistineke sivîl karegehek li Hewlêrê jibo hin kesayetiyên parêzgehên Iraqê li dar xistibû da ku cihanîna têgehên têkildarî pêkvejiyanê û cihanîna xalên federalî li Iraqê di siya qanûna bingehîn vekolîne, lê mixabin hin berpirsên lidarxisatina vê kargehê bi dûrbûna ji armancên kargehê, ew jibo armancên xwe bi kar anî û şertên wergirtina derstûrê jibo  lidarxistina karegeheke wiha binpê kirin.

 

Di daxuyaniya Wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê da hatiye:

Li Kargeha navbirî hin gotin hatine hilêxistin ku bi tu awayî li gorî siyaseta fermî ya Herêma Kurdistanê nînin û ji ber vê yekê Wezareta navxweyî, hin tevdîr li dijî kesên ku ev civîn ji riya xwe herifandine dê bi kar bîne û binpêkeran darizîne.

Wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: Ev herêm wek saziyeke qanûna bingehîn û di çrçova Iraqa federal hertim sozdara siyaseta fermî ya Wezareta derve ya Iraqê ye û bi tu awayî îzna neçêbikaranîna azadî û demokrsiya heyî li wir jibo bidestxxistina armancên siyasî yên din nade û kesên ku ev kar kirin, dê tu cihekî xwe li Herêma Kurdistana Iraqê tunebin û dê werin derxistin.

 

Roja Îniyê konferanseke jibo piştgiriya asyîkirina peywendiyan digel Rejîma Siyonîst li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin; Ev civîn tûşî nerazîbûna gelê Iraqê bû û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên vî welatî bertekên bihêrs nîşan dan.

 

Serepeyv