Hezîran 04, 2021 22:19 Asia/Tehran
  • Hêzên artêşa Tirkiyê li Zaxoyê dikevin malên sivîlan û diziyê dikin

Artêşa Tirkiyê her derê ku dagir dike mal û darayiya sivîlên wir didizin û talan dikin, li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê çi dizî û talan kir, heman tiştî li Herêma Kurdistanê jî dike. Dîmenê talankirina malên xelkê yên li Zaxoyê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve pêk hatiye, hatin weşandin.

Dewleta Tirkiyê ji 23'ê Nîsanê û vir ve ji bo dagirkirinê lê bi heceta şerê li dijî PKKê êrişî Herêma Kurdistanê dike.

Hêzên dewleta Tirkiyê ku li herêmeke berfireh a Kurdistana Iraqê dar birîn û ji bo firotinê derbasî Tirkiyê kirin, lê niha eşkere bû ku malên xelkê herêmê jî talan kirine, alavên wan dizîne.

Dîmenekî ku li medya dîjîtal hate weşandin, talan û diziya li gundê Ruis ê li bajarokê Batûfa yê Zaxoyê nîşan dide.

Gundiyekî ku li mala xwe vedigere, dibîne ku camên xanî hatine şikestin, alavên li hundirê malê hatine dizîn.

Ev sûcê şer û talankarî bi taybetî li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran hatiye tesbtîkirin.

Serepeyv