Hezîran 03, 2021 09:54 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 663 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 663 kes bi vîrusa coronayê ketin û 10 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 781 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 190 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 663 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 781 nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 3, Duhokê 2, li Helebceyê 2 û li Silêmaniyê 3 bi giştî 10 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 1 milyon û 876 hezar û 270 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 171 hezar û 284 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 157 hezar û 833 kes baş bûne û 4 hezar û 295 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Serepeyv