Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê di salvegera karesata Helebçeyê da çû vî bajarî
Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê di sî û sêyemîn salvegera karesata bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê din serê desteyeke berpirsên konsûlgeriyê bi armanca rêzgirtina li goriyên cinayeta Sedam çû vî bajarî.
Li gorî rapora Sêşemiyê bi şev a IRNAyê, Mehdî Şûşterî, Serkonsûlê Îranê li Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê dema gihîştina bo Helebçeyê çû ser merzela şehîdên bombebarana kîmyayî ya vî bajarî û bi xwendina fatiheyê û pêşkêşkirina Taca Gulan rêz li goriyên vê karesata însanî girt.
33 salan beriya niha di 16ê Adarê da balefirên şêrr ên Iraqê li ser fermana rasterast a Sedam û pismamê wî 5 saetan li ser Helebçeyê firrîn û pêkhateyek ji gazên Xerdel, Sarîn û Esebê reşandin ser gelê bêguneh.
Di encama vê cinayetê da zêdetirî 5 hezar kesî canê xwe ji dest dan.