Xwenîşandan li bajarên Helebçe û Silêmaniyê berfireh bû / Derbendîxan û Kelar jî tevlî xwenîşandanê bûn
Kanûn 11, 2020 19:40 Asia/Tehran
Îro nerazîtî û xwenîşandan li Herêma Kurdistanê berfireh bûn û li bajarên Helebçe, Çemçemal, Pîre Megrûn, Derbendîxan û Kelarê jî nerazî derketin nav kolanan.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Îro Îniyê, 11ê Kanûnê, xwenîşandana li bajarên Silêmanî û Raniyê dîsan destpê bûn û demek piştra li bajarên Helebçe, Çemçemal, Pîremegrûn, Derbendîxan û Kelarê jî bi rê ketin.
Li gorî vê nûçeyê, Li van bajaran jî weke Raniye û Silêmaniyê nerazî derketin nav kolanan û hin dirûşme dijî hamikiyeta niha bilind kirin û daxwaza bidawîhatina şêwaza niha ya hikumdariyê li Herêmê û dayîna meaşa mehane bo şîna meaşwergir û baştirkirina rewşa jiyana welatiyan kir.
Li gorî nûçeyên weşandî, Hêzên ewlehiyê li Silêmaniyê gaza rondikrêj reşandine ser neraziyan.