Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser gundên Herêma Kurdistanê kir
Kanûn 07, 2020 16:27 Asia/Tehran
Li pe êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihikê li Herêma Kurdistanê, elektrîka sê gundên vê navçeyê hat qutkirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Malpera Wistgeh Newsê, Şeva bihurî balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê gundên navçeya batîfayê li Zaxoyê dane ber êrîşê.
Li gorî vê nûçeyê, Di vê êrîşê da navenda gundê Bankiya Jorîn kete ber êrîşê û di encamê da elektrîka vî gundî û gundên Menîn û Eflahiyê qut bûye.