Li sînorê Başmaxê hin şofêrên Herêma Kurdistanê êrişî şofirên îranî kirin
Mijdar 20, 2020 21:59 Asia/Tehran
Îro 20.11.2020ê ji ber êrîşa şofêrên Herêma Kurdistanê ser şofêrên Îranî, li sînorê Başmax a ser bi qeza Pênciwênê ji aliyê polîs ve 9 şofêrên êrişkar hatin girtin.
Qaymeqamê qeza Pênciwênê Zana Rehman ji BasNewsê re ragehand, ji bo rêgiriya li hatina şofêrên barhilgirên Îranê bo herêma Kurdistanê hejmarek şofêrên herêma Kurdistanê li deriyê sînor ê Başmaxê êrîşî şofêrên Îranê kirin, hin şofêrên Îranî wesayîtên wan ziyan gihêştinê û hin şofêrên îranî jî bi sivikî birîndar bûn.
Qaymeqamê qeza Pênciwênê herwaha got: Ji ber wê jî îro ji aliyê polîs ve 9 şofêr hatin girtin, ku êrîş kiribûn ser şofêrên Îranî.