Tîlêrson: Bila Iraq li hemberî nifûza Îranê li ber xwe bide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/karîkatur-i274555-tîlêrson_bila_iraq_li_hemberî_nifûza_Îranê_li_ber_xwe_bide
Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê şeva buhurî ji dewleta Iraqê xwest ku li hemberî tişta ku li gorî iiaya wî `` nifûza Îranê`` ye li ber xwe bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2017 06:55 Asia/Tehran
  • Tîlêrson: Bila Iraq li hemberî nifûza Îranê li ber xwe bide

Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê şeva buhurî ji dewleta Iraqê xwest ku li hemberî tişta ku li gorî iiaya wî `` nifûza Îranê`` ye li ber xwe bide.

Tîlêrson roja yekşemê jî li hevdîtina digel Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê li bajarê Rîyazê idia kir, milîtanên şîe ku li hemberî DAIŞ`ê li Iraqê şêrr dikin, niha karê wan kuta bûye û divê bizvirin welatê xwe.

Serokwezîrê Iraqê jî rojekê piştî wan gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê got ku hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê hêvîya vî welatî û navçê ne.

Heyder Ebadî tekez kir mafê kesî nîne ji bo iraqîyan biryarê bide û got ku hêzên Heşdi Şeibî hemî iraqî ne.