-
Destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li Iraqê
Tebax 20, 2017 01:59Serokwezîrê Iraqê îro sibê bi fermî fermana operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxist.
-
Nerazîbûna li hemberî biryara vekirina konsulxana Erebistanê li Necefê
Tebax 19, 2017 14:04Piştî ku sefîrê Iraqê yê li Rîyazê ragihand, Erebistan dixwaze vekirina konsulxana xwe li Necefa eşref veke, nerazîbûneke berfire ya sîyasî û civakî li nav Iraqê li hemberî vê kiryarê destpê bûye.
-
Heşda Şeibî: ``Erebistan bona derketina ji dorpêça pîskolojîk a cîhanî berê xwe dide Iraqê``
Tebax 19, 2017 09:29Berdevkê hêzên Heşda Şeibî destnîşan kir; ``Erebistan bona derketina ji dorpêça pîskolojîk a cîhanî berê xwe dide Iraqê``.
-
Hêsanbûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê li bakûra Iraqê ji destê terorîstan
Tebax 19, 2017 07:46Serokê navenda pêşxistina medyayî ya Iraqê got: Ji ber rêçareyên nû û ji ber hizûra yekîneyên curbicur ên eskerî yên Iraqê, operasiyona azadkirina Teleferê ji destê terorîstan rehettir û hêsantir cih tê.
-
Tekîda Emar Hekîm ser jiyana bi dostaneye hemû eşîretên nav Kerkûkê
Tebax 18, 2017 11:15Serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê ragihand ku pêwîste Kerkûk wekî bajarê hemû eşîretên ku li wê dijîn bimîne û hemû kesên ku li wê dijîn pêwîste bi dostanî jiyana xwe li kêlega hevdu bidomînin.
-
Sefîrê Almanê li Iraqê: Giştpirsî rêçareyeke guncav nîne
Tebax 17, 2017 16:05Sefîrê Almanê yê li Iraqê got: Berlîn ser vê bawerê ye ku niha giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê nikare rêçareyeke guncav jibo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî nîne.
-
Ebadî: Lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê, ti xêrek jibo kurdan tineye
Tebax 17, 2017 13:40Serokwezîrê Iraqê tekez kir, Iraq welatekî welatîmêhwer e û lidarxistina giştpirsîyê jibo cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, ti xêrek jibo kurdan tineye.
-
Bi dehan hezar eskerên iraqî li pişt dîwarên Teleferê li benda destpêbûna operasyona azadkirina vî bajarî
Tebax 17, 2017 13:09Bi dû gotinên Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li bara hatina dema azadkirina bajarê Telefer li rojavaya Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, 35 hezar eskerên iraqî li pişt dîwarên vî şarî bicih bûne.
-
Iraq: Bila NY têrorîstên DAIŞ`ê bişopîne
Tebax 17, 2017 03:42Iraqê ji Konseya Ewlehîyê ya NY xwestîye ku di warê komkirina belgeyan jibo şopandina endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê de ku cinayet li dijî mirovantîyê kirine, alî dewleta Iraqê bike.
-
Serokê Parlemana Iraqê ji şandeya Herêma Kurdistana Iraqê xwest parastina yekbûna neteweyî berçav bigirin
Tebax 16, 2017 14:12Serokê Parlemana Iraqê, îro çarşemiyê, li hevdîtina bi şandeya siyasî ya Kurdistanê re, li ser pêwîstiya pêkanîna dubare ya baweriyê di navbera çîn û qadên gel û berçavgirtina xalên hevpar sekinî. Wî herwiha li ser girtina helwêstên çarenivîsaz ku wê li navçeyên hevpar, dengvedaneka neyênî hebe, hişyarî da.