Iraq: Bila NY têrorîstên DAIŞ`ê bişopîne
Iraqê ji Konseya Ewlehîyê ya NY xwestîye ku di warê komkirina belgeyan jibo şopandina endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê de ku cinayet li dijî mirovantîyê kirine, alî dewleta Iraqê bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ASSOCIATED PRESS`ê, Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê li nameyekê ku roja çarşemê giheşte destê Antonîyo Gotêrêş sêkrêtêrê giştî yê NY nivîsî: Dewleta Iraqê digel Ingilîsê pêşnivîsa biryarnama Konseya Ewlehîyê li dijî têrorîstên DAIŞ`ê amade dike.
Ew nameya berî 5 mehan û piştî daxwaza parêzerekî mafên mirovan ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jibo sêkrêtêrê giştî yê NY hatibû şandinê ta ku Konseya Ewlehîyê bikare lêkolîna di warê cinayetên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê de destpê bike.
Bi dagirkirina bajarê Mûsil navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê, bi destê DAIŞ`ê di Hezîrana sala 2014`an heta 10`ê Tîrmeha sala buhurî ku ev bajara tam ji lepên DAIŞ`ê hat azadkirinê, têrorîstên vê komê gellek cinayet li dijî gelê Iraqê kirin.